Bu yazı şu an yalnızca Kurmancî dilinde mevcuttur.
Politik Tarih

Çîroka Alê Fatê

Li gundê Qaşan ji bo jinan nabêjin "lê", dibêjin "alê". Ji bo mêran jî nabêjin "lo", dibêjin "alo". Navê stranê tu bêje "Lê Fatê" ye. Baş e... Çîroka stranê çawa ye? Em çûn Frankfurtê û me ji Hunermend Firat Imirza guhdarî kir.

15 Ağustos 20267 dk
Çîroka Alê Fatê
{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Oliyê Kurd, Fatê û zarokên xwe"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Firat Imirza/Hunermend "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Strana \"Alê Fatê\" çîroka Oliyê Kurd û Fatê ye. Her du jî ji gundê Qaşanê (Kaşanlı) ji dayik bûne. Ez jî ji Qaşan im. "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gundê me gundekî navdar e. Çima? Ji ber ku bi dehan hunermend ji gundê me derketine. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Perişan Güzel, Meçhulî, Emekçi, İsmail İpek, Perişan Ali, Vicdanî, Hasan Yıldız "},{"type":"text","text":"û gelek hunermendên din ji gundê Qaşan in. Nifya beriyan wan jî gelek beytdar, dengbêj û çîrokbêj derxistiye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Kurt û kurtasî: Hunermendên Qaşanê di navbera 1940-2018an de bi hezaran stran û beytên kurdî û tirkî çêkirin. Bi dehan stran û beytên wan hene ku herkes dizane."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Meselaya Olî û Fatê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Olî û Fatê dora 1920an ji dayik dibin. Di dema zarokatiyê de hev dû nasdikin û hezdikin. Olî şivan e û dengê xwe jî xweş e. Dengbêjê gundê me ye. Dawetên gund bê Olî derbas nabin. Fatê jî keça zengînê gund e. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Lê ev dile, ne ard û bulxûr e. "},{"type":"text","text":"Olî li ser Fatê stranek çêdike û dibêje. Li gund êdî herkes dizane ku Olî û Fatê hevdû hezdikin. Li gundê me wan çaxan herkes bi ciwanî dizewicin. Di 17-18 salî, 20 salî dizewicin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Olî jî di dema ciwantiya xwe de ye û bixwe bawer e. Diçe mala bavê Fatê û Fatê dixwaze. Navê bavê Fatê, Oliyê Kirîv e. Bavê Fatê dibêje: "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"- Olî, tu ciwanekî baş e. Dengê te jî xweş e. Lê tu şivan e. Ez Fatê nedime te. Ezê Fatê bidime xizmekî me."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Olî bêçare radibe û li malê wan derdikeve. 6 meh derbas dibin. Fatê bi xizmekî re dizewice. Roja daweta Olî stranê dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Alê Fatê alê Fatê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Min bangkir tu çima natê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Gotin \"Fata ta dayîne\" "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Banda dilê minî qatê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Piştî demekê Olî jî dizewice. Lê Olî dîsa jî strana xwe berdewam dike û li ser Fatê dibêje. Hevjîna Olî û hevjînê Fatê meselê dizanin. Ev jî tiştekî ne baş e. Kemasiya bavê Fatê ye. Sal derbas dibin û du keçên Fatê û lawekî Olî dibe."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Piştî 7 salan merê Fatê û jina Olî koça dawî dikin. Herdu jî bi wadeya xwe dimirin. Sibehê radibûn ku li gund du cenaze hene! Herkes şaş dimîne."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Olî û Fatê Direvin "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Olîyê Kurd, li gund bi du kesan re hevaltiya xwe baş e. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Yusuf Çawûş "},{"type":"text","text":"(Bavê hunermend "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Emekçi "},{"type":"text","text":"ye) û "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Azîz Yumuşak"},{"type":"text","text":". Apê Azîz jî li gundê me cura çêdikir. Cîhê xwe jî hebû. Li gund gelek hunermend hebûn. Ji ber ku Apê Azîz cura çêdikir xelk neçar nedima. Ango ji bo têlek an ji bo tembûrekê nû nediçûn bajaran."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Rojekê Yusuf Çawûş bi Fatê re diaxive. Dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"- “Emrê Xwedê ye. Merê te û jina Olî çûne Haq. We berê hevdu hezdikir. Hûn herdû jî ciwan in. Bi hevre bizewicin.”"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li ser mijarê diaxivin û biryar didin ku birevin... Heman rojê Yusuf Çawûş diçe mala Oliyê Kurd. Dibêje, "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"“Olî ezê Fatê bînim.” "},{"type":"text","text":"Ew jî dibêje: “Tu henekan dike.” Çend roj derbas dibin. Zivistan e û li erdê jî yek meter berf heye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Yusuf Çawûş te mala Oliyê Kurd. Dibêje, “Derkeve. Min Fatê anî.” Olî bawêr nake... Derdikeve û dûrava Fatê dibîne... Fatê destê xwe radike û silavê dide. Wê çaxê bîçek baran jî hatiye. Oliyê Kurd gotiye:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"We baranê hûr hûr weşand"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Bîdar can bîdar de reşand"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Ez qurbana wê rojê bim"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Ku rindê dest li min de weşand\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Dema ku Olî û Fatê tene cem hevdu, Olî li ser çokên xwe dikeve erdê û di xew de diçe... Yusuf Çawûş û Fatê berfê rûyê wî dikin û radikin. Sal 1953 ye. Olî Kurd û Fatê direvin. Her du diçin mala xalê Oliyê Kurd. Mala wî jî ji Gundê Ortê (Örenli) ye. Gundê Ortê jî gundekî Qaşan e. Navê xalê xwe Komikî Aynike ye. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Komikî Aynike bavê hunermend İsmail İpek e. "},{"type":"text","text":"Ango İsmail İpek lawê xalê Olî Kurd e. Stranek Oliyê Kurd navê xwe “Hawar Hawar e”. Min ev klam di Cdya xwe a bi navê “Dilê” de gotiye. Di wê klamê de çûyîna Gundê Ortê derbas dise:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Di Strana Hawar Hawar de Evîna Olî û Fatê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Hîv du hotiye ro hilotê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Rindo min la Gundî Ortê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"E ki katna oralixê dilon"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Molê xwa bû mînê dukonê Olî Motê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Apê Olî ev stran li ser Meta Fat gotiye. Qeydê vê stranê jî di kasetekê teyban de bû. Ev kaset jî hozanê mezin Meçhûlî parastiye. Ev kaset dana min. Gelek sal bûn. Îro jî cem min e û ez diparêzim. Di stranê de “dukonê Olî Motê” derbas dibe. Me fehm nedikir. Lê min bihîst ku Olî Motê ji gundê Çomo Duz e. Ev gund nêzî gundê me ye. "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Di havîna 2018an de ez çûme gundê Çomo Duzê. Li wêderê xizmekî me heye. Navê xwe Qara Momo ye. Dora 80 salî ye. Min jê pirsî:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"- \"Apo tu Olî Motê nasdike?\" Zilam şaş ma û got:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"- \"Qurban, tu Olî Motê ku nasdike?\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"- \"Di stranê de derbas dibe.\" Paşê min gotinên stranê jê re gotin. Kêf xweş bû û bersiv da min:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"- \"Olî Mote nifşa berî min e. Ew bi xwe çerçî bû. Ker û hesp tiştên xwe bar dikir û gund û gund digeriya. Lê kemasiyekê wî hebû. Dema ku dengê dahol û zirnê dibîhîst karê xwe ji bîr dikir. Diçû dawetê û govend digerand. Paşe dihat ku tiştên ku li ser erebeya wî hemû winda bûye. Ango xelkê biriye. Ji bo ve jî di stranê de dibêje, "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Kesên ku dikevin di nav du dilan malê wî dibe dukanê Olî Motê.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Diçin Mereşê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Em dirêj nekin... Olî û Fatê direvin û diçin mala xalê xwe. Paşê bi malbatan re aşitiya xwe çêdikin. Apê Olî wê demê erebeyêk a hespan dikire û mala xwe bar dike û diçin û navenda Mereşê bicîh dibin. Îdareya xwe jî bi ve erebeya hespan derdixîne. Di Strana Hawar Hawar de çûyîna Mereşê jî derbas dibe:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Daxwaz hinko daxwaz poşe"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Kam harina hata Maroşe"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Têla minî dastî xwa da dastî min ka"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Kam harina poş oxolarê Maroşe"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Eman eman kas nawîni"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Hawar hawar kas nawîni"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"E ki dîn hikmad bimîni"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Hawar hawar kas nawîni"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Ja dardî ta az şawitîma"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Olî Kurd Şehîd Dikeve"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Di sala 1954an de lawekî Olî û Fatê ji dayik dibe. Paşê keçek û lawekî din jî tê cîhanê. Cîran û dostên derûdorê wan hezdikin. Ji ber ku mirovên baş û mevanperwer in. Olî Kurd klam û destanan jî dibêje. Dema ku dibe êvar û apê Olî ji kar tê, li malê wan dengê tembûrê kem nedibe."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Wisa sal dikevin dû hev û 24 sal derbas dibin. Mehê 12an di sala 1978an de li bajarê Mereşê bi dehhezarên Tirkên faşîst 3 roj û 3 şevan xanî û karsaziyên Kurdan şewitandin. Kurd bêçare bûn. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"289 karsazî û 552 xaniyên Kurdan weran kirin. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"119 Kurd kuştin. Negotin ev kal û pîr e, zarok û jin e. "},{"type":"text","text":"Kî kete destê wan kuştin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Roja bûyerê Oliye Kurd ji Fatê re dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"- Fatê, lawê me niha li taxê Yorukselîm e. Ez herim bînim mal."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Dema ku li mal derdikeve kesekî Tirk wî nasdike û faşîstên din re dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"- \"Ez vî nasdikim. Ew pîrê Alawiyan e. Wî bigirin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Nezî 200 faşist Oliyê Kurd digirin û li wêderê dikujin! Strana Alê Fatê stranek evînî ye. Lê ji ber ku Oliyê Kurd şehîd e, dema ku ev stran tê gotin Kurdên Mereşê tesîr dibin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Strana Alê Fatê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Gotin û Muzîk: Oliyê Kurd"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"We barane hûr hûr weşand "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bîdar can bîdar da reşand "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Az qurbana we roke bim "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ki rinde dest li min weşand"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Alê Fatê alê Fatê "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Min bangkir tu çimo natê "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gotin „Fata te dayîne“ "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bande dile minî qetî"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Virda were ki te naskim "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ja kul û derdê xwe behskim "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Tu wa miro “erê” biwe "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ezê serî xwe bidim te xelaskim"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Alê Fatê alê Fatê "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Min bangkir tu çimo natê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gotin „Fata te dayîne“ "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Deziye juynê minî qetî"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Here ave werim e rêya te "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Tu dawaste ka rûnîm e li sîya te "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Te xazikê hesiretê "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li ser min da bata çepika xîya te "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Alê Fotê alê Fotê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Strana \"Alê Fatê\" me di CDyên xwe de gotiye (Kakî Hasan Yıldız û min). Di Qirkirina Mereşê de 16 xizmên me (Ji gundê Qaşan) kuştin. Hemû jî mirovên sivîl û bêçek bûn. Ez di şexsa Apê Olî hemû şehîdên Mereşê bi rêzdarî bibîrtînim."}]}]}
Paylaş

Benzer Yazılar