Çîroka Pirtûka "Berxwedan Jiyane"
"Berxwedan Jiyane" nave pirtûka Mazlum Doğan e. Pirtûk di Nîsana 1981an de derketiye. Mazlum Doğan pirtûkê li Zindana Amedê û li ser kaxezê destmalan nivisiye. Baş e. Pirtûkê li zindanê çawa derxistiye? Çîrokeke hêjayî fîlmekî ye. Kesê ku pirtûk ji kaxezê destmalan nivîsandiye û ji bo çapê amade kiriye, Fidan Yıldırım e. Ew ji gundê Şoquliyon (Bayramgazî) yê Pazarcikê ye. Em çûne Parîsê û me ji Fidan Yıldırım çîroka pirtûkê guhdarî kir.
19ê hezîrana 2026an2 dk

{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Mazlum Doğan di dawiya pirtûkê de \"Ocak-1981\" (Çile-1981) nivîsiye. Yanê nivîsandina pirtûka Çileya 1981ê bi dawî kiriye. Wî pirtûk bi rêyakê derxistiye û li derve hevalên wî ji bo çapê amade kiriye û di 8ê Nîsana 1981an de pirtûk weşandine. Mezinahiya çapa yekemîn 14.5x21 cm ye û 93 rûpel e."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Firaz Baran/Paris"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ev bûye 45 sal, gotina \"Berxwedan Jiyan e\" mora xwe li dîroka Kurdistanê hiştiye. Ev gotina Mazlum Doğan e. Ew yek ji îdeologên şoreşa Kurd bû."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Mazlum Doğan di girtîgehê de pirtûkek nivîsandiye. Navê pirtûkê \"Berxwedan Jiyan e\" daniye. Di pirtûkê de rêbazên lêpirsînê (ya dewleta Tirk li dijî girtiyan) nivîsiye û li dijî wê pêşniyarên xwe pêş xistiye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Pirtûk di kîjan şert û mercan de hatiye nivîsandin û çawa bi dizî hatiye derxistin? "},{"type":"text","text":"Çîrokeke wê heye ku dikare bibe fîlm... Mazlum Doğan pirtûkê li ser kaxezê destmalan bi dizî derxistiye. Çawa kiriye? Fidan Yıldırım bersiva vê pirsê dizane. Em çûne Parîsê û me ji Yildirim çîroka pirtûkê guhdarî kir."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1781847282806-3d319fe9-3589-4cdc-b3f4-6f3ac464ecf5.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Coşikan. Gundê Mazlum Doğan. Gora Mazlum Doğan û birayê xwe Delil Doğan li Mezraya Temanê ye. Teman mezraya Coşikan e û li ser sînora Mazgirt û Karakoçanê ye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"FİDAN YILDIRIM ÇÎROKA PIRTÛKÊ VEDIBÊJE"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Ez di Cotmeha 1980î de derbasî Sûriyeyê bûm. Heta Gulana 1982an ez li Rojhilata Navîn bûm. Divê meha yekem a 81ê be. Ev not hatin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Selpak (destmalê bi kaxiz) sê qat in. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Hevalê Mazlum li ser yek kaxeza bi herfên pir biçûk nivîsîbû û bi rengekî xweş pêçandibû."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Ew rêbazek e ku meriv bikaribe wê bi hêsanî derxe derve. Hevalekî sewqî dadgehê dikin. Heval texmîn dikin ku ew ê bê berdan. Wekî selpakê têxin bêrîka kirasê wî."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Wî ew ji bo zindanan wekî pirtûka perwerdehiyê nivîsandiye. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Tê de rêbazên îşkenceyê û rêbazên berxwedana li dijî îşkenceyê rêz kiriye. Ew bi baldarî, bi herfên pir piçûk, bi pênûsa şîn hatibû nivîsandin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Wê demê min ew notên hevalê Mazlum, li ser defterekê nivîsandin. Ji bo ku em zirarê nedin kaxeza selpakê em bi baldar bûn. Pêşî di sala 1981ê de wek daktîlo hatiye çapkirin, paşê ji aliyê Weşanên Serxwebûnê ve bûye pirtûk."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Çapa yekem di 8ê nîsana 1981ê de derket. Ez wê demê li jêrê bûm. Di hemû qadên partiyê de wekî materyalê perwerdehiyê hate xwendin. Salên pêş di nav kadro û sempatîzanên partiyê de bû yek ji pirtûkên bijare.\""}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1781847887350-1f4158d6-fdcf-4943-a8b5-b3e6dea3dfc3.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Beşek ji \"Naverok\"a pirtûkê."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1781848176934-e11f3cf0-52e2-4aaa-a2c5-61237c8871e6.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Portreya Mazlum Doğan."},{"type":"text","text":" Ew bi berxwedana xwe bû mînak. Ew wekî "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"sembola çanda berxwedanê "},{"type":"text","text":"ya ku di girtîgehan de derketiye holê tê dîtin. Ji ber çalakiya wî ya fedaî ew wekî "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"\"Kawayê Modern\" "},{"type":"text","text":"hate binavkirin. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Koma Berxwedan"},{"type":"text","text":", di nav muzîka kurdî nûnerê polîtîk e. Komê navê xwe ji gotinên Mazlum Doğan "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"(Berxwedan Jiyan e)"},{"type":"text","text":" girtiye. Her wiha, yek ji stranên herî girîng ên Ferhat Tunç \"Yaşamak Direnmektir\" e (Berxwedan Jiyan e). Mazlum Doğan hîn jî di nav civaka Kurd de wekî nûnerê berxwedan û zanabûnê tê dîtin."}]}]}

