Kedkarê Çandê û Gelê Xwe: Ali Gül Doğan
7ê nîsana 2026an5 dk

{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Firaz Baran"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li rojaxvayê Fransayê, bajarê Nantesê hunermendek pir kedkar jiyan dike. Ew kesê, ku bi dehan sal keda xwe diyarî saziyên çandî û civakî kiriye Ali Gül Doğan e."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ali Gül Doğan ji bajarêk kevnare, ji Elbistanê ye. Ew di 15ê Mijdara 1959an de li gundê Qastalê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe û ê navîn jî li Elbistanê xwendiye. "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Piştî wê di sala 1979an li gundê xwe dest bi mamosteyê dibistana seretayî kiriye. Ji ber ku ew di nav tekoşîna civakî bûye, piştî çend mehan jandarma wî digrin û sê hefte di bin îşkenceyek giran re derbas dikin. Lê ew nikarin tiştek bibînin ku wî sûcdar bikin û berdidin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ali Gül Doğan heman sal mecbûr dimîne û ji welat derdikeve. Ew heya 1981an li Almanyayê maye. Di navbera 1981 û 1984an li Parîsê, 1984 û 1997an li Lorientê û 1997an hetanî niha jî li Nantesê jiyan dike. Sê zarok û du neviyên wî hene."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ali Gül Doğan 40 sal in bê navber dixebite. Di navbera 1984 û 1992an de li bajarê Lorientê di kargehek cemidandinê de xebitiye. Di sala 1992an hetanî îro jî karê pîşesaziya avahiyê dike. Her wiha ew di nav komalê Nantesê de 20-25 sal di nav xebatên çandî cîh girtiye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Jiyana Hunerî"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ali Gül Doğan bi Kurdî û Tirkî helbestan dinivîse û stranan çêdike. Heya nuha 300 helbestên tirkî û 100 helbestên kurdî nivîsandine. Her wiha ji bo 50 helbestên xwe jî muzîk çêkiriye. Ali Gül Doğan pirtir şêwaza çarînan xwe re bingeh digire. Her wiha di sala 2006an jî albumek bi navê \"Divê Elbistan zanibe\" derxistiye. Ew endamê TEV-ÇANDê ye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gava mirov helbestên wî lêkolîn dike van mijaran dibîne: Ali Gül Doğan di sala 1976an dest bi nivîsandina helbestan dike. Di helbestên wî yên ewil de mijarên bîranînên şoreşgerî, koçberî û sirgun derdikevin pêş. Salên 90an mijarên wî dibin siyasî û piştî 2005an jî herî zêde li ser heqîqata mirov dinivîse."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Helbesta wî ya yekem li ser zarokek karker e. Ev zarok gundiyê xwe ye û 12 salî ye. Di 1976an de digel malbata xwe diçe bajarê Adanayê. Kurik li wir dest bi karê çandiniyê dike. Xwediyê çandiniyê lawik dikuje. Ali Gül Doğan jî wê demê 16 salî ye. Ew helbestekê dinivîse. Di vê helbestê de çîroka wî kurikî vedibêje."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Şîna Hasan Göksungur"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bîranînek Ali Gül Doğan û malbata min jî heye. Birayê min Hasan Göksungur ji doza PKKê di 1993an de hate girtin û Newroza 2024 de hate berdan. Dayîk û bavê min tu carî wî tenê nehiştin. Her gav serdana wî dikirin. "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bavê min di sala 2019an de wefat kir. Wê demê birayê min xwest ku serdana bavê min bike. Wê rojê birayê min ji bo çar 3 seat 45 deqe hate gund. Piştî ewqas sal ji bo çar ewqas dem derketîbû. Destên wî kelepçe kiribûn. "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ew wenêyên birayê min ne tenê me, tesîr li ser hemû gelê Elbistan û Markazê kir. Hunermend Ali Gûl Dogan li ser wê rojê şînek kir. Ev şîn li ser civaka heremê gelek bandorek girîng çêkir. Gotinên şînê wiha ne:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Way li min li min derdî girano"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ji min re çi di bên derî cîranno"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ezê herim ber derdê camerano"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Hesenê min girtine li Elbistanê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bi gencî êsîrê bîst û heft salanê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Omre xwe feda kir sawa Kurdanê"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bavo rabe Hesenê te hatiye"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Kako rabe mêvanê te hatiye"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Delale te hatiye lawe te hatiye"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Girtiye te hatiye camera te hatiye"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Hesenê min bi çar seetan berdan"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Dor hilanîn bi mufrezan bi cardarman"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bavo tu çû bi hesretan tu çû bi derdan"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Navê Olîgol"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ali Gül Doğan navê Pîr Olîgol e. Li gundên Elbistanê bi navê Olîgol dibe ku sedan kes hene. Ji ber ku ev nav kurdî û qedexe bû, saziyên dewletê di belgeyên fermî de ew wekî Aligül nivîsandin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li Elbistanê him Ziyareta Olîgol heye û him jî bi navê Olîgol pîrên Alawiyan jiyan kirine. Loma gelek kesan navê ziyaretê û pîran girtine. Di nav civakê de ji wan kesan re dibêjin Olîgol û Gollo."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ziyareta Olîgol li ser çiyayê Nuqrêq e. Ev ziyaret zinar, gol û şikeftek e. Malbatên bê zarok diçin vê ziyaretê û mirazê xwe dixwazin. Ger zarok kur be, jê re Olîgol an Gollo tê gotin."}]}]}


