Bavê ku bi Rojê re Deng Dike
Dema ku ez aliyê otantik ê Baskê Afkê Bagê dibînim, tavilê wê didim ber barana pirsan. Yek ji wan pirsan li ser duayên kal û pîran bû.
10ê hezîrana 2026an1 dk

{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Li Dêrsimê hilatina rojê. Foto: Akın Gedik"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Wê qala duayên bavê xwe kir. Bavê wê her tim zû raketiye û zû rabûye. Serê sibehê berê xwe daye rojê û dua kiriye. Basê dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"- \"Sare siwe / Barbonge dune / Ba royê dalol\""},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":" digot û xwesteka xwe digot û dua dikir."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Dayîk û bavên me bi Rojê re deng dikirin. Derdên xwe jê re digotin. Ev merasîma wan 5 heta 10 deqe diajot. Herî dawî mirazên xwe dixwestin. Berê ji bo başiya cîranên xwe bang dikirin. Piştre ji bo kurm û kezan û kesên ku di nav tengasî û zorê de ne bang dikirin. Herî dawî jî ji bo başiya zarokên xwe mirazên xwe digotin.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Basê qala zû rabûnê dike û dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Girîngî didan zû rabûnê. Digotin:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"- Kî dema ku roj hiltê avê bîne karê wî bi ser dikeve. Şîrê xwe pir dibe û rûnê xwe baş dibe."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Ew bi xwe zû radiketin û berî hilatina rojê şiyar dibûn. Roj û agir ji bo wan pîroz bû. Bi nimûne: Av li ser agir nedikirin.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Me di nav nivîsa Musahibiyê de qala tesîra Rojê kiribû. Kal û pîrên me ji me gotibûn: \"Di merasîma Musahîbiyê de sondek li ser rojê hebû. Dipirsîn: "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"\"Ro şahîd e?\" "},{"type":"text","text":"Me jî digot: Erê, şahîd e. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Piştî vê sondê Musahibiya me qebûl dikirin.\""}]}]}

