Bawerî

Li Gundên Qaşanê Nirxên Olî

Li Afşînê çar gundên Qaşanê hene. Em çûne Hamburgê û bi civata Qaşanê re rûnîştine. Me nirxên olî ji wan guhdarî kiriye û taybetî bi Pîr Mustafa Misir re me hevpeyvînek dirêj kiriye û me 12 nirxên olî derxistiye. Em dest bi weşandinê dikin û em ê di nav sê beşan de pêşkêşî we bikin.

8ê hezîrana 2026an3 dk
Li Gundên Qaşanê Nirxên Olî
{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Pir Mustafa Mısır (li çepê) di nav talibên xwe ye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Firaz Baran/Hamburg"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Qaşan "},{"type":"text","text":"(Kaşanlı) ji çar gundan pêk tê: "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Gundî Gir "},{"type":"text","text":"(Kaşanlı) "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Gundî Jori "},{"type":"text","text":"(Koynê Xaça/Haticepınarı) "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Gundî Orte "},{"type":"text","text":"(Gundî Weran-Örenli) û "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Piskov "},{"type":"text","text":"(İnci köyü)."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Gundên Qaşanê girêdayî Yorpûzê (Afşîn) ne. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Qaşan "},{"type":"text","text":"li herêma Mereşê "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"paytexta muzîkê ye. "},{"type":"text","text":"Çima? Ji ber ku bi dehan hozan, beytdar, çîrokbêj û dengbêj ji Qaşanê derketine. Bo nimûne: Perîşan Güzel, Îsmaîl Îpek, Emekçi, Vicdanî, Meçhulî, Perîşan Alî, Hasan Yıldız û Fırat Imirza ji Qaşanê ne."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Hejmara rast nayê zanîn, lê di 60 salên dawî de, bi hezaran stranên bi Kurmancî û Tirkî çêkirine."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Lêkolîner û sînemager dikarin gelek belgefîlm û pirtûkên cuda ji bo Qaşanê biafrînin."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1780943869817-dc86ca65-8160-4e88-a55e-9c58d040584b.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Gundî Qaşan (Kaşanlı). Wêne ji Komaleya Qaşanê (Almanya) hatiye wergirtin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Mijara me niha baweriye. Ez sala 2018an, li trênê siwar bûm û çûm Hamburgê. Li wir, ez bûm mêvanê Pîr Mustafa Misir. Em li ser nirxên olî yên li gund axivîn."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Mustafa Misir Pîr ê Ocaxa Uryan Xizir e. Gundên Kiliçli (Pazarcik) talibên wan in. Lê ne tenê gundên Kiliçliyan gelê me ji çar aliyên Ewropa û welêt dixwazin Mustafa Misir li kêleka xwe bibînin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Pîr Mustafa Misir, bi axaftinên xwe di nav civakê de cihekî taybet girtiye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Mustafa Misir di jiyana xwe de jî mînak e. Ew li îstasyona trênê ya Hamburgê dixebite. Di nav hefteyê de dixebite, lê di dawiya hefteyê de diçe bajar û welatên cuda."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Min li Hamburgê hevpeyvînek taybet bi Pîr Mustafa Misir re kiriye. Pîrê me nirxên olî yên li Kaşanliyê wiha rêz kir:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Ziyareta Hîlnê Hûli: "},{"type":"text","text":"Darek a pîr a marxê ye. Li nêzî gundê Qaşanê Gir e. Cihekî çiyayî ye û li wê deverê tenê darek heye. Ew jî ziyaret e."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Ziyareta Darê Karte: "},{"type":"text","text":"Di navbera gundê Elmali û Qaşanê Gir e. Li cihekî bilind e. Mirov diçin û loqmayên xwe parve dikin. Li wir 4-5 darên marxê hene. Tu kes zirarê nedê. Elmali jî gundekî kevn e û girêdayî Elbistanê ye. Kurd û Tirk li wî gundî bi hev re jiyan dikin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Ziyareta Quncikê Naqawê Dîke: "},{"type":"text","text":"Li ber gund e. Navê warê xwe Naqawê Dîke ye. Li wir quncikek heye. Lewma jê re dibêjin Quncikê Naqawê Dîke."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1780943929065-829d61e9-749a-4eda-aca8-eb6aa691ce11.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"Pir Mustafa Mısır"},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":", li Îstasyona Trênê (Hamburg) dixebite. Ew di hundirê hefteyê de dixebite û dawiya hefteyê jî beşdarî Ceman dibe. Demsala betlaneyê jî diçe welêt. Li welêt jî gelê me Pîr Mustafa Misir hezdike. Li wir jî her tim di nav civakê de beşdarî çalakiyên civakî û olî dibe."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Tirba Memik: "},{"type":"text","text":"Memik ji gundê me ye. Ew ewliyayek bû. Gotinên wî rast derdiketin. Dema ez zarok bûm min ew dît. Wê demê ew nêzîkî 60-65 salî bû. Ew nezewicî. Piştî ku wî koça dawî kir, gundiyên me li ser gora wî tirbek çêkirin. Tirb li ber gundê Qaşanê ye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Hasane Qulan Devê Mar Girêdida: "},{"type":"text","text":"Hasane Qulan li Qaşanê Gir jiyan dikir. Wî asûm dikir. Bavê wî ji Tapkiranê hatiye û li gundê me bi cih bûye û li wir zewiciye. Ew wek malbatî ji eşîrê Atmî ne. Hasane Qulan bi axa gil, avê û mastê kurdewar asûm çêdikir. Ê ku ji maran ditirsiyan ji wî asûm dixwestin. Ji wî re digotin: "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"\"Devê mar girêde.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Dilav: "},{"type":"text","text":"Ziyaret e."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Ziyareta Çolî Dare: "},{"type":"text","text":"Li wir darek hebû. Maden derket û kesên ku maden derxistin ew dar birîn."}]}]}
Parve Bike

Gotarên Têkildar