Jiyana Kasım Engin
Wî di asta herêmî, eyaletî û welatî de di tenîsa maseyê û tekwandoyê de 9 madalya û xelat bi dest xistin. Ew di nav xwendekarên herî serketî yên Gymnasium û Zanîngehê de bû. Her wiha ew ciwanek civakî û çalak bû. Wî Koma Serkeftin damezrand û bû Serê Govendê. Jiyanek pir rehet li pêşiya wî bû. Derfetên kariyera zanista komputerê pêşiya wî bû. Wî ew derfet paş xwe hişt û ji Almanyayê vegeriya Kurdistanê da ku beşdarî şer bibe. Me li Frankfurt, Bruksel û Hollanda bi malbat û hevalên wî re hevdîtin kirin. Me pirtûka wî xwend û hevpeyvînên wî guhdarî kir. Erê, em jiyana Kasım Engin parve dikin.
31ê gulana 2026an4 dk
Premium


