Girîngiya Nisangi û Quncikan
Min bi salan li ser ziyaretên Dêrsim, Elbistan û Pazarcikê lêkolîn kiriye. Her çend di baweriyê de xalên hevpar hebin jî, min dît ku her herêm hinek taybetmendî pêş xistiye. Bo nimûne li Dêrsimê Nisangi û li Pazarcik, Elbistan û Îslahiyeyê jî "quncik" hene. Ka em bi mînakan qala taybetmendiyên nisangi û quncikan bikin.
8ê tîrmeha 2026an2 dk

{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Kesekî Dêrsimî li çiyayê Bavê Dizgun e û pîrozên me re deng dike. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Foto: Akın Gedik"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Firaz Baran"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Nisangi "},{"type":"text","text":"gotinek bi "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Dimilî "},{"type":"text","text":"ye û wateya xwe "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"\"Nîşangâh\" "},{"type":"text","text":"e. Yanê cihekî nîşan dide. Nisangi, mirov bi cihekî pîroz ve tîne cem hev. Li Dêrsimê bêhejmar Nisangi hene. Başe, wazîfeya Nisangi çi ye?"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bo nimûne tu dixwaze biçe Ziyerata Buyer Ana. Lê mala te dûr e û zivistan e. Rêyek te tune ku tu biçî. Berfê her der girtiye. Tu çi dike? Li dora gundê te, cihekî Buyer Ana tê dîtin, "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"kevirek bi bilindahiya nêzîkî 70-80 cm tê danîn. "},{"type":"text","text":"Tu diçî wir, rûyê xwe ber bi Buyer Ana dizivirînî û duayên xwe dikî. Ew kevir hingê ji bo gund dibe sefîr. Ev kevir êdî pîroz e. Ji ber ku "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"ew mirov bi cihê pîroz ve girêdide."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Dayikên Dêrsimê carna niyaza xwe dikin û dibin Nisangiya gund û li wir bi gel re parve dikin. Her wiha mirovên gund dema ku mirazê xwe bixwazin diçin ser Nisangiyê û çiraya xwe pêdixin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Carna jî li Dêrsimê her 5 km mirov rastî Nisangiyekê tê. Ew li du hev in û hevûdu dibînin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Balkêş e... "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Li Dêrsimê li cihê ku yekem car tîrêjên rojê lê dixe jî gelek nisangi hene."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Hevûdu dîtina ziyaretan em li Pazarcik, Elbistan û Îslahiyeyê jî dibînin. "},{"type":"text","text":"Bo nimûne, li gundê Keferdîzê (İslahiye/Anteb) li ser çiyayê Xurşîd "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Ziyareta Hokaşiye "},{"type":"text","text":"heye. Ev der Ziyareta Zarokan e. Jinên ku zarokên xwe nabin diçin Hokaşiyeyê."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Herî kêm 30 km dûrî wê gundê Maxsan (Pazarcik) heye. Li Maxsan "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Ziyareta Hisênê Kome "},{"type":"text","text":"heye. Ev herdû ziyaret hevûdu dibînin. Wekî mînak, ger jinekê ji gundê Maxsan zarokekî bixwaze diçe Ziyareta Hisênê Kome û berê xwe dide Hokaşiyeyê û miraza xwe dixwaze."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Dîsa, li Elbistan û Pazarcikê dora hinek ziyaretan bi kevirên biçûk dorpêç kirine. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Jê re dibêjin Qunc û Quncik."},{"type":"text","text":" Bilindiya Quncikan "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"70-80 cm ye. "},{"type":"text","text":"Di hundirê vê çemberê de deriyek tê hiştin. Pêşî, mirov rêzê xwe pêşkêşî ziyaretê dike. Piştre, diçe ber deriyê û rasterast pêşiya xwe dinêre. Ew ê Ziyaretekê bibîne û hezkirina xwe pêşkêşî wê ziyaretê jî dike."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Yanê rîtûela li Dêrsimê em li Elbistan û Pazarcikê jî dibînin."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1783488200442-dbb002f5-5941-4147-91d9-e1bc4dbde38b.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Ziyareta Quncikê, gundê Kurmeşê. (Perteg-Dêrsim). Ev wêne me ji "},{"type":"text","text":"Ali Haydar Gürbüz wergirtiye. Gürbüz ji gundê Kurmeşê ye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Lê, deriyê vê Quncikê tune ye. Ji ber ku çîroka çêkirinê cuda ye. Carekê, li gund nakokî û gengeşî zêde dibin. Li ser vê mijarê Pîrê gundê hatiye û civînek li dar xistiye. Wî pêşniyar kiriye û ev Quncuk (nîşana kevirî) çêkiriye û gotiye:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Ji niha û pê ve, bila gengeşîyên we ji vî kevirî wêdetir neçin. Dema ku hûn ji vî kevirî derbas bibin, kîna xwe ji bîr bikin û aramiyê bifikirin.\" "},{"type":"text","text":"Piştî vê civînê, kesî nîqaş, hêrs an şerên xwe ji van keviran wêdetir nebiriye. Gundên cîran jî gengeşîyên navxweyî yên gelê Kurmeşî nedîtiye. Ziyareta Quncikê (Nîşana kevirî) hîn jî ji hêla gundiyan ve wekî \"sembola aştiya civakî\" tê parastin û wekî cihekî ziyaretê tê hesibandin."}]}]}

