Ziyareta Olî Şukran
Firaz Baran di 11ê Îlona 2018an de li bajarê Kölnê bi İrfan Dayıoğlu re axiviye. Dayıoğlu ji gundê Harunan (Kürecik). Di vê hevdîtinê de Dayıoğlu, li ser "Ziyareta Olî Şukran" axiviye û agahiyên baş parve kiriye. Em axaftina Dayıoğlu parve dikin:
25ê tîrmeha 2026an2 dk

{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Wêneyek ji dema ciwaniya İrfan Dayıoğlu... Dayıoğlu, 16ê Avrela 2025an li Bretagneyê (Fransa) kirasa xwe gerî."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Axaftvan: İrfan Dayıoğlu"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Olî Şukran çiyayekî li "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Kürecik"},{"type":"text","text":"ê ye. Lûtkeya çiyê cihekî ziyaretê ye. Roj li wir hiltê û li ser "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Çiyayê Zirnêxê "},{"type":"text","text":"dibiriqe. Aliyekî Olî Şukran, "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Zozana Orî Mazin "},{"type":"text","text":"e, aliyekî wê "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Zozanê Qawirmê Gir "},{"type":"text","text":"e û li hemberî wê jî "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Çiyayê Qertêl "},{"type":"text","text":"heye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li ser Ziyareta Olî Şukran kevir hene. Bilindahiya keviran 1.5 metre ye. Deriyê ziyaretê li "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Çiyayê Qartêl "},{"type":"text","text":"dinêre."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Em ji gundê Harûnan in. Ji gundê me du rê hene ku meriv biçe ziyaretê. Ev rêyên peya ne. Yek ji wan tu ji Zozanê Qawirmê Gir hildikişe. Ev rê dijwar û asê ye. Lewma, kesên ku qurbanan dibin vê rêyê tercîh nakin. Her wiha, kesên pîr jî nikarin hilkişin ser vê rêyê."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Rêya din jî li ser "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Çiyayê Boz "},{"type":"text","text":"e. Nifşên beriya min qurbanan li ser vê rêyê dibirin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li ser Ziyareta Olî Şukran av tune ye. Dema ku em zarok bûn, berê em diçûn Ziyaretê. Piştre em dadiketin li ser Zozanê Qawirmê Gir. Ji ber ku li wir kanî hebû. Me qurbanên xwe li wir serjêdikir. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Salê carekê gundî bi hev re diçin Ziyaretê. Taybetî jî piştî çinînê."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Jinên ku zarokên xwe nabin jî taybet diçin û çend seatan li wir radizin û mirazên xwe dixwazin. "},{"type":"text","text":"Li gorî baweriyê ger ew jin xewnê bibîne zarokên wê dibin."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Dema ku tu li gund ber bi ziyaretê ve diçe li ser rê gelek nîşangah hene. Dema ku tu nîşangahan dibîne kevirekî dide ser. Min jî kevir daniye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ciwanek dikare di nav du seatan de li gundê biçe Ziyaretê."}]},{"type":"image","attrs":{"src":"https://pub-5dbeb11e76d1432da257f0a38a434685.r2.dev/uploads/1784981242631-cce0d326-484c-48b9-ba61-f9464540d419.webp","alt":null,"title":null,"width":null,"height":null}},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Wêneyekî Îrfan Dayîoglu ji salên wî yên dawî... "},{"type":"text","text":"Beriya sala 1980ê, Dayîoglu di nav têkoşînên civakî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de cih girtiye. Di sala 1979an de li welat derketiye û di sala 1982an de li Fransayê bi cih bûye. Dayîoglu bi rojnamevan "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Nuray Bayındır "},{"type":"text","text":"re zewiciye û bavê zarokekî ye. Ji bo kovarên "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Cephe, Toplumsal Kurtuluş û Berxwedanê "},{"type":"text","text":"nûçegîhanî û nivîskarî kiriye. Dîsa li rojnameya "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Özgür Gündem û Özgür Politikayê "},{"type":"text","text":"xebitiye. Di navbera salên 1996 û 2003an de jî, wekî rêveberek di nav Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê de cih girtiye. Wê demê wekî edîtorê sereke li kovara "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Zülfikar û Semahê "},{"type":"text","text":"xebitiye. Îrfan Dayîoglu endamê "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê "},{"type":"text","text":"jî bûye. Dayıoğlu bi İbrahim Yalçın ve pirtûka bi navê "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"\"Rêxistinek - Jiyanek / Mehmet Koç\""},{"type":"text","text":"nivîsiye. Her wiha ew nivîskarê pirtûka bi navê \"Dik Duruş\" e."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"*"},{"type":"hardBreak"},{"type":"text","text":"Li gundê Harûnan Mala Milla asûm çêdikir. İrfan Dayıoğlu li ser malbatê ev agahî parve kiriye:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Mala Milla"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Li gundê ji asûmê em diçûn Mala Milla. Li cem wan Qiloçên Maran hebû. Tu qiloçan diavêje nav avê û wê avê li hundir û li dora xanî direşîne. Bi vî awayî, mar an kêzikên jehrîn nediketin hundirê xanî."}]}]}

