Huner

Portre: Dengbêj Bilal Göksungur

Sala 1956an ji dayik bûye. Di nav nifşê xwe de destanên wekî Calbî, Sûhemad, Hesenê Xecê û Kulik li herêmê tenê wî gotiye. 20 besteyên xwe jî hene. Em çûne Bensheimê û me kurtejiyana Dengbêj Bilal Göksungur nivîsand.

30ê tîrmeha 2026an1 dk
Portre: Dengbêj Bilal Göksungur
{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Dengbêj Bilal Göksungur."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Firaz Baran/Bensheim"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Dengbêj Bilal Göksungur, 10ê Çile ya 1956an li gundê Ûsanê Jêrîn (Cennetpınarı-Pazarcık) ji dayik bûye. Di nav dengbêjan de mezin bûye. Sê apê wî "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"(Mamo, Çarmo û Olî Kekaç) "},{"type":"text","text":"û amojina wî "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Alê "},{"type":"text","text":"dengbêj bûye. Dîsa dengbêj "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Hacî Şixke, Mamkî Derwêş û Hemadê Hoce "},{"type":"text","text":"cîranên wan bûne."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Dayika xwe "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Aşê Qumêş "},{"type":"text","text":"halacek û bavê wî folklora herêmê baş jiyan kiriye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bilal Göksungur ji apê xwe yê mezin (Mamê Kekaç) destanên wekî "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Calbî, Sûhemad, Hesenê Xecê û Kulik"},{"type":"text","text":"; ji cîranê xwe Hacî Şixke jî destana Meyrikê hîn bûye."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Dengekê xwe yê dilyewat heye. Piranî stranên wî şîn in. Taybetmendiyek Göksungur ev e: Dema ku ew stranan dibêje gelek kesên ji herêmê digîrin. Gelo çima? Ew dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"“Em wekî civak (Kurdên Elbistan, Pazarcık û Afşinê) li xerîbiyê ne. Em ji dê û bavên xwe dûr in. Hinekan ji me 15 û 20 salan bi hesreta dê û bavan mane. Bixwaze naxweze ev êş di nav stranên min de xwe xuye dike. Ji ber rastiyên me ne, lewma dema ku ez stranan dibêjim hinek dost û cîranên me digîrin.”"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Bilal Göksungur mirovekî kedkar e. Ew wekî cotkar kar kiriye. Dîsa bûye karkerê fabrîkayê, xwediyê kafeyekê, şofêrê kamyonê û şofêrê postaxaneyê. Göksungur xwediyê 20 besteyan e, ku piraniya wan şîn in."}]}]}
Parve Bike

Gotarên Têkildar