Ûsî Lol
Ûsî Lol di sedsala 20an de li Pazarcikê jiyan kiriye û ew dîwaneyekî Kurdên Xwezaperest (Alawî) bûye. Gora wî li mezraya Oriconê (Esmepûr/Pazarcik) ye. Li Esmepûrê û mezrayên gund gel ji wî bawer dike. Bi navê wî sond dixwin. Kesên ku mirazên wan hene diçin ser gora wî û jê re duayan dikin, jê niyaz dibin û loqmayên xwe belav dikin. Em bi Ûsî Mamî Tose re civiyan. Ew gundiyê Ûsî Lol e û agahiyên girîng parve kir.
8ê tîrmeha 2026an2 dk

{"type":"doc","content":[{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"Wêneya Ûsî Lol."}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Firaz Baran/Köln"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ûsî Mamî Tose (Yusuf Ökmen), ji gundê Esmepûrê ye û salên wî nêzî 70ê ye. Dibêje:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Ûsî Lol dibihîst lê deng nedikir (nediaxivî). Tu hemû pereyên cîhanê pêşkêşî wî bike nedigirt. Bo nimûne, tu pakêtek cixare bide wî, nedigirt. Tenê cixareyek digirt. Wextê ku Dada (Pîr-Serkeşên Olî) dihatin, bi kêfxweşiyê semahê digerand. Ew nikarîbû li cihê xwe bisekine û kêfxweş dibû. Her wiha, dema ku dengê rizbayê an curayê dibihîst bi coş dibû.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ûsî Lol di tevahiya jiyana xwe de tenê yek cil (fîstanek) li xwe kiriye. Wî jiyana xwe -çi havîn û çi zivistan be- bi vî fîstanî derbas kiriye. Mamî Tose dibêje: "},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Li gundê me aşê avê hebû. Zivistanê avê cemad digirt û aş nedixebitî. Ûsî Lol di wê sermayê de, bi vî fîstanî li ser kevirê aşê dirêj dibû.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Çima jê re gotine \"Lol\". Ji ber nediaxivî û ew bû laqabê wî. Lê Ûsî Mamî Tose dibêje: \""},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Ûsî Lol diaxivî. Lê ji ber kemasiyên mirovan dengkirinê berda.\" "},{"type":"text","text":"Ûsî Mamî Tose mînakek balkêş parve dike: "}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"Rojekê jê dipirsin:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"- Ûso tu çima deng nake? Gotiye:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"bold"},{"type":"italic"}],"text":"- Bi vî mirovî re ez çi deng bikim"},{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":".\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Xaniyên bi ax piştî baranê tên lox kirin. Ev axê hişk dike û nahêle ku xanî biherike. Lox pir giran in. Tenê 3-4 xort dikarin van loxan rabikin. Lê Ûsî Mamî Tose dibêkje, \"Ûsî Lol carekê yek ji wan bi tena serê xwe hilda, anî ser serê xwe û danî xwarê. Ê rastî bedena wî qels bû. Kîloyên xwe tune bûn. Lê hêzekê wisa jî pe re hebû.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Ûsî Mamî Tose axaftina xwe domand û şîroveyek parve kir:"}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","marks":[{"type":"italic"}],"text":"\"\"Dema ku destê xwe dirêjî kesekî bi niyetên xerab dikir, ew kes dê rastî cezayekê bihata. Usê ji mirovên rastgo û bi niyeta baş hez dikir. Ger hîs bike ku niyeta kesekî ne baş e nediçû mala wî. Ûsî Lol nezewicî û zarokên wî tunene. Ji ber ku ew bêdeng bû, her tim heman cil li xwe dikir û bi tenê jiyan dikir, hin kesan wekî dînekî nêzîkî wî dibûn. Hin kesan jî wî wekî mirovekî nedihesibandin. Ji aliyekî din ve, yên ku bi vî rengî nêzîkî wî dibûn, niha serdana gora wî dikin. Ev jî rastiyek e.\""}]},{"type":"paragraph","content":[{"type":"text","text":"Di dîroka baweriya me de mînakên bi vî rengî pir in. Postnîşîn Veliyedîn Çelebî gotiye: \"Ev rê bi xêra welî û dîwaneyan heta îro hat.\" Kesên wekî Ûsî Lol dîwaneyên -evîndarên- ola me ne. Ji xwe em xwezayê bawer dikin. "},{"type":"text","marks":[{"type":"bold"}],"text":"Em ji xwezayê xweşiyekê -keramet- dibînin û em wê derê dikin Ziyaret (Gol, kevir, şikeft, çiya, dar û hwd.). Ger em mirovekî kerametekê bibînin em wî/wê dikin Ocax, Ewliya, Pîr an Dîwaneyê/a baweriyê. Gelê me rastî kerametên Ûsî Lol hatine û ew bûye Dîwaneya Baweriyê."}]}]}


